Mijûlbûna piştî bûyerekê trawmatîk

Coping after a traumatic event

Below is a Kurdish translation of our information resource on coping after a traumatic event. You can also view our other translations.

Disclaimer

Ev belavok agahdarî dide, ne şîretan.

Naveroka vê belavokê tenê ji bo agahdariya giştî hatiye dayîn. Ew ne armanc e, û ne jî, li ser şîreta ku divê hûn pişta xwe bispêrinê bike. Ew bi tu awayî ne alternatîfek şîreta taybetî ye.

Ji ber vê yekê divê hûn şîretên pispor an pispor ên têkildar bistînin berî ku hûn li gorî agahdariya di vê belavokê de tevbigerin an dev jê berdin.

Ger pirsên we di derheqê mijarek bijîjkî de hebin, divê hûn bêyî dereng bi doktorê xwe an peydakiroxek lênihêrîna tenduristî ya profesyonel şêwir bikin.

Heke hûn difikirin ku hûn bi rewşek bijîjkî re rû bi rû ne, divê hûn tavilê li bal bijîşkek an peydakiroxek lênihêrîna tenduristî ya profesyonel bigerin.

Ev agahî ji bo her kesê ku bûyerek trawmatîk jiyaye, yan jî ji bo kesek ku trawmayê nas dike ye. 

Bûyera trawmatîk çi ye?

Gelek kes dê di tevahiya jiyana xwe de bûyerên trawmatîk bijîn. Nêzîkî yek ji sisêyên kesên gihiştî li Englîstanê radigihînin ku di jiyana xwe de herî kêm bûyereke trawmatîk tecrube kirine.

Bûyerên trawmatîk dikarin tiştên jêr bihewînin:

  • Dîtina mirina kesekî yan jî fikira ku hûn ê bixwe bimirin
  • birîndarbûna giranî yan jî
  • tecrubeya (rasthatina) şîdeta zayendî.

Mirov dikare rastê awayekî ji awayên jêrîn ên bûyerên trawmatîk were:

  • Rasterast  – ew bi serê wan hat
  • Dîtin – wan dît ku ew bi serê kesekî din tê
  • Zanîn – wan zanî ku ew yek bi serê kesekî/e pir nêzî wan hatibû
  • Nîşandariya dûbarekirî – ew bi xwe gelek caran rastî bûyerên trawmatîk dibin an jî bûyerên trawmatîk ên dubarekirî yên ku bandorê li kesên din dikin. Em herwiha dizanin ku hin kesên ku bi riya medyaya elektronîkî, televîzyon, film an wêneyan di kar de marûzê bûyerên trawmatîk dibin, dibe ku di heman demê de di nav pirsgirêkên tenduristiya derûnî re jî biçin.

Bûyerên trawmatîk ên nimûneyî dikarin tiştên jêr bihewînin:

  • Dîtina mirineke bi şîddet (tund)
  • Qezayên giran, w.m. qezayeke erebeyê
  • Êrîşa leşî yan cinsî
  • Pirsgirêkên tenduristiyê yên giran an bûna di çavdêriya awarte de
  • Tecrûbeyên zayînê yên tevlihev (kompleks)
  • Teşhîskirina nexweşiyeke xeternak li ser jiyanê
  • Şer û Dijberbûn
  • Êrîşên terorîstî
  • Felaketên siruştî yan jî yên bi destê mirovan, wekî tsunamî yan agir

Girîng e ku mirov ji bîr neke ku hejmareke mezin ji bûyerên ku li vir nehatine gotin hene ku bibin sedema rewşên trawmatîk. Ger tecrubeya (pirsgirêka) we li vir nayê gotin, ev nayê vê wateyê ku hûnê li alîkarî û piştgiriyê negerin.

Hin kes xwedî karan in ku tê vê wateyê ku ew îhtîmal e ku di xebatê de bûyerên trawmatîk bijîn. Ev kar ev in:

  • Karkerên xizmeta awarte (w.m. polîs, agirkuj an birînpêç)
  • Xebatkarên civakî
  • Xebatkarên çavdêriya awarte
  • Karmendên leşkerî û kesên din ên li herêmên şer dixebitin

Ez ê piştî bûyereke trawmatîk çawa hîs bikim?

Piştî bûyereke trawmatîk, normal e ku mirov di nav hin tiştên jêrîn re derbas bibin:

  • Bîranîn, xewn û dîmenên berê – Dibe ku di derheqê bûyerê de bîranîn, xewn an kabûsên we yên xemgîn hebin. Di heman demê de dibe ku hûn bûyerê mîna ku ew dîsa diqewime bijîn (ev wekî dîmena berê tê zanîn).
  • Acizbûn dema bûyer tê bîra we – Dema ku hûn nêzî cihê bûyerê bin an jî li hawîrdorek ku bûyerê tîne bîra we bin dibe ku hûn ê aciz bibin.
  • Xwe-durxistina ji hest û rewşan Dibe ku hûn xwe ji bîranîn, raman, hest, tişt, kes û cihên ku bi bûyerê re têkildar in dûr bixin.
  • Wendabûna bîrê – Dibe ku hûn nikaribin beşên bûyerê bînin bîra xwe.
  • Hestên dijwar Ev dikarin ev bin:
    • hîskirina hestên neyînî li ser xwe, yên din an cîhanê
    • sûcdarkirina xwe yan jî yên din ji bo tiştên qewimî
    • hestên neyînî yên wekî tirsîn, xofbûn, hêrsbûn, sûcdarbûn an şermkirin
    • ne hîskirina bextewarî, tatmînbûn an hezkirina kesên din
  • Guhertinên di awayê ku hûn tevdigerin de – Ev dikarin wekî jêr bin:
    • ne eleqedarbûna bi tiştên ku berê kêfa we dihat
    • hîskirina veqetandina xwe ji mirovên din
    • tevgerîna bi awayên bêhiş an xwe-hilweşîner
    • rewşa hêrsbûn an jî êrîşkarbûnê li hember mirov an tiştan
    • bûna hîpervîgîlant (zêde-şyarbûn) an jî rewşa ‘xwe-parastinê’

Ev heman nîşan in ku dibe ku kesek bi nexweşiya stresa piştî trawmatîk (PTSD) bijî. Lê belê, ne her kesê ku bûyereke trawmatîk diceribîne dê bibe xwedî PTSD. Bi rastî, piraniya mirovên ku bûyereke trawmatîk tecrûbe dikin dibînin ku bandorên neyînî piştî demekê diçin.

Dê kengî ev hestên navborî wenda bibin?

Xelasbûna ji bûyereke trawmatîk dikare çend roj, hefte yan jî mehan bigire.

Ger kesek piştî mehekê hîn jî hin tengasiyê dikişîne, lê ev hest hêdî hêdî baştir dibe, ew ê belkî baştir bibe û hewcedariya dermankirinê nemîne.

Lê belê, heger ew tengasiyeke girîng ku piştî mehekê qet baş nabe dikişînin, an jî piştî zêdetirî sê mehan hîn jî hebe, ev dibe ku nîşanek be ku wan bi PTSD dest pê kirine. 

Divê ez çi bikim ger min di nav bûyereke trawmatîk re çû?

Li vir çend tişt hene ku divê hûn biceribînin û bikin piştî ku hûn di nav bûyereke trawmatîk re biçin:

Demê bidin xwe

Xelasbûna bûyereke trawmatîk dikare demê ji xwe re bibe. Dibe ku demek dirêj ji we re pêwîst be ku hûn tiştên qewimîne qebûl bikin an jî jiyana xwe bi hebûna wê re berdewam bikin. Ger kesek mir an we tiştek girîng winda kir, dibe ku hûn hewcedariya xemgînbûnê bin. Divê hûn zextê li xwe nekin ji bona ku hûn yekser baştir hîs bikin.

Behsa bûyerê bikin

Piştî bûyereke trawmatîk, dibe ku hûn bixwazin xwe ji tiştên ku bûyerê tînin bîra we û ji behskirina bûyerê dûr bixin. Lê belê, lêkolîn destnîşan dikin ku behskirina bûyerê û hestên we dikare ji we re bibe alîkar ku hûn bêtir bi qewet bin. Hatiye diyarkirin ku dûrketina ji bîranîn û hestan mirov xirabtir dike.

Bi kesên din re ku heman tişt wekî we ceribandine bipeyivin

Dibe ku ew ji we re bibe alîkar ku hûn bi kesên din re bipeyivin, ên ku di nav heman bûyera trawmatîk a mîna we re çûne yan ku xwedî heman serpêhatiyan in. Lê belê, mirov rehet dibin û bi awayên cûda li hember heman bûyeran bertek nîşan didin. Başbûna xwe bi ya yekî din re nedin ber hev. Ger hûn hîs bikin ku hûn dikarin piştgirî bidin kesên din ên ku ketina bin bandora bûyerê, wê demê ew ê jî ji we re bibe alîkar.

Piştgiriyê bixwazin

Lêgerîna piştgiriya ji heval, malbat an mirovên din ên ku hûn pê bawer in, dikare ji we re bibe alîkar ku hûn bikaribin bi bûyereke trawmatîk re çêtir serî derkevin. Digel piştgirîya hestiyarî pêşkêş dikin, dibe ku ew bikaribin di karên pratîkî de ji we re bibin alîkar, an tenê wextê xwe bi we re bi kirina tiştên 'normal' derbas bikin.

Xwe ji derbaskirina wextên tenê dûr bixin

Hebûna li dora mirovên din destnîşan kir ku piştî bûyereke trawmatîk dibe ku hûn kêmtir tenduristiya derûnî ya nebaş bijîn. Digel ku ev dibe ku ne gengaz be, ger hûn bi tenê dijîn, dibe ku hûn piştî bûyereke trawmatîk bixwazin bi malbat an bi dosteke/î re bijîn. Ger ev ne gengaz be, hewl bidin ku bêtir wextê xwe bi kesên nêzî xwe re derbas bikin, an bi têlefonê an bi bangên vîdyoyê bi wan re di têkiliyê de bimînin.

Li ser rûtîna jiyana xwe bisekinin

Her çend ew çiqas dijwar jî be, hewl bidin ku heya ku hûn dikarin rûtîna ku we beriya bûyera trawmatîk dijiya berdewam bikin. Piştî bûyerê hûn dikarin bibînin ku adetên we yên xwarin û werzîşê diguherin, û hûn bi zorê têdikevin xewê. Hewl bidin ku hûn bi rêkûpêk bixwin û werzîşê bikin, û têra xwe rakevin. Ji bo agahiyên bêtir li çavkaniya me ya li ser raketina baş binihêrin.

Lêgerîna alîkariya pispor bifikirin

Ger hin kes di nav pirsgirêkan de dijîn, ew dikarin axaftina bi bijîşka/ê malbatê (GP) re ya xwe re bisûd bibînin. Bi gelemperî, ne alîkar e ku meriv di meha yekem a piştî bûyereke trawmatîk de li piştgiriyek tenduristiya giyanî ya pispor bigere, heya ku GPê we vê yekê pêşniyar neke ji ber ku nîşanên we ew qas giran in.

Bala xwe bidin ka hûn çawa hîs dikin

Ji bo çend mehên pêşîn ên piştî bûyereke trawmatîk, dibe ku hûn bixwazin bala xwe bidin ka hûn bi demê re çawa hîs dikin. Ger hûn hîs nakin ku hûn çêtir dibin, an ger hûn dest pê bikin ku xwe xirabtir bikin, divê hûn bi bijîşka/ê xwe re biaxivin.

Piştgiriyê ji kardêrê (xwediyê kar) xwe bixwazin

Ger we bûyera trawmatîk wekî beşek ji karê xwe ceriband, dibe ku cîhê xebata we pergalên piştevaniyê li cîhê xwe hebe ku ji we re bibe alîkar. Ger we bûyera trawmatîk li derveyî karê xwe ceriband, dibe ku hûn bixwazin ku karsazê xwe agahdar bikin da ku ew piştgiriyê bide we. Gotina vî tiştî dibe ku hêsan be ku hûn ji wan re bêjin ka çi qewimiye da ku ew hay ji xwe hebin ku hûn çawa hîs dikin. Hûn dikarin ji wan bixwazin ku li ser awayê karê we verastkirinê bikin, mîna ku hûn nekevin ber trawmayeke din an streseke giran an jî demjimêrên xwe ji nû ve eyar bikin. Beşa ji bo karsazan bêtir li ser vê çavkaniyê binêrin.

Li xwe miqate bin

Piştî bûyereke trawmatîk, pêkan e mirov bêtir qezayan bijîn. Li dora malê û dema ajotinê baldar bin. Piştî bûyereke trawmatîk ji bo çareserkirina pirsgirêkê alkol  an dermanên neqanûnî bikar neynin. Digel ku ew dikarin di demeke kurt de hûn xwe çêtir hîs bikin, lê di demeke dirêj de ew ê alîkariya başkirina we nekin.

Di derbarê bûyerê de, zêde medyayê nexwînin

Piştî tecrubeya bûyereke trawmatîk, dibe ku mirov bixwaze li ser medyaya civakî yan di nûçeyan de gelek tiştan li ser wê temaşe bike yan bixwîne. Ev bi taybetî ji bo bûyerên profîla bilind ên mîna êrîşên terorîstî an felaketên xwezayî ne. Lê belê, çêtir e ku hûn ji temaşekirin, guhdarîkirin an xwendina gelek medyayên ku bi bûyerê re têkildar in xwe dûr bixin, bi taybetî ger hûn wiha bikin ew dibe sedema tengasiyê. 

Kengî divê ez alîkariya pispor bigirim?

Her kes bi serpêhatiyên trawmatîk cuda cuda mijûl dibe. Gelek kes dê bikaribin piştî bûyereke trawmatîk bi piştgiriya malbat, heval û cîhê xebatê baştir bibin.

Gava ku hûn ji bûyereke trawmatîk xelas bibin jî, dibe ku hûn wê ji bîr nekin. Dibe ku hûn dîsa wan hestên neyînî hîs bikin an jî dema ku hûn carinan li ser bifikirin hûnê xemgîn bibin. Lê belê, divê ev hest nebin serdest an jî we ji kêfa jiyanê dûr nexin.

Di rewşên jêr de divê hûn ji bijîşka/ê xwe alîkariyê bixwazin ger:

  • nîşaneyên we pir xirab in û
  • ew çêtir xuya nakin

Ger nîşanyên we pir xerab bin û piştî mehekê bandoreke girîng li ser jiyana we bike, divê hûn bi bijîşka/ê xwe re biaxivin.

Ger nîşaneyên we ne ew qas xirab in lê ji sê mehan zêdetir berdewam dikin, divê hûn bi bijîşka/ê xwe re bipeyivin.

Wê çi bibe ger ez nexweşê PTSDyê bim?

Kêmarek girîng a mirovên ku bûyereke trawmatîk dijîn dê dawiyê bibin PTSD. Ev rewşek tendurustiya derûnî ya giran e.

Kesên ku PTSD ne dibe ku xwedî dijwariyên destpêkê yên dijwartir bin û raman û hestên wan ên xemgîn bi serê xwe neçin. Ew dikarin ku jiyana xwe wekî ku berê jiyane ji xwe re bikin zehmet.

Hûn dikarin li ser nîşane, sedem û dermankirina PTSD-ê di çavkaniya me ya PTSDê de bêtir bibînin.

Çi alîkariya pispor heye?

Ger we bûyereke trawmatîk derbas kiribe, û dijwariyên we yên domdar hebin, bijîşka/ê we dikare we bişîne ba pisporek ku di alîkariya mirovan de ku bi trawmayan re rû bi rû bimînin pispor e.

Gelek çareyên cûda hene ku ji bo dermankirina PTSD-ê bibin alîkar. Di nav de van tiştên hanê hene: psîkoterapî, tedawiya behremendî ya naskirî ya li ser trawmayê (TF-CBT) û bêhîskirin & prosesa nû (EMDR). Her weha heger we dît ku dermankirinên din kêrî we nayê wê ji we re antîdepresan were pêşkêşkirin.

Hûn dikarin li ser van hemî çareyan di çavkaniya me ya PTSD de bêtir bibînin.

Gelo bijîşka/ê min dikare dermanan binivîsîne da ku alîkariya min bikin?

Derman carinan dikare li dû trawmayek alîkar be, lê dîsa jî girîng e ku hûn bi rêkûpêk bijîşka/ê xwe bibînin da ku hûn kontrol bikin ka hûn çawa dikin.

Îlacen xewê

Ger hûn li dû bûyereke trawmatîk nikaribin têkevin xewê, dibe ku bijîşka/ê we dermanê xewê dê ji we re binivîse. Ev îlac wê tenê ji bo demeke kurt werin pêşkêşkirin, û ew ne çareseriyeke mayînde ne.

Ger hûn piştî bûyereke trawmatîk dest bi PTSD an rewşeke din mîna depresyonê bikin, dibe ku ji we re dermanên din ên wekî antîdepresantan werin pêşkêşkirin. Hûn dikarin di derheqê derman û dermankirinên ku ji bo dermankirina PTSDyê têne bikaranîn de bêtir fêr bibin û agahî di çavkaniya me ya PTSD de ye.

Ez çawa dikarim piştgirî bidim kesê ku bûyereke trawmatîk derbas kiriye?

Tiştên jêrîn dikarin ji bo piştgirîkirina kesek ku di nav tiştek trawmatîk de derbas bûye bibin alîkar:

  • Li ba wan bin - Bi wan re dem derbas bikin. Ger ew naxwazin we bibînin, wê çêtir be ku bizanibin ku hûn ji bo wan amade ne ger fikira xwe biguhêrin. Digel ku divê hûn bi dirdirê wan neêşînin, dibe ku carinan îsrarkirin bibe sedema piştevaniyê.
  • Guhdarî bikin - Heger ew naxwazin, zextê li wan nekin ku fikirên xwe parve bikin. Ger ew dixwazin bipeyivin, hewl bidin ku guhdarî bikin û tecrubeyên wan qut nekin an jî yên xwe parve nekin.
  • Pirsên giştî bipirsin – Ger hûn pirsan bipirsin, hewl bidin ku pirsên we gelemperî û ne-dadbar bin. Wek mînak, pirsên wekî 'we li ser vê yekê bi kesekî din re peyivî?' yan 'ez dikarim ji we re bibim alîkar ku hûn hin piştgiriyên zêde bibînin?
  • Alîkariya pratîkî pêşkêş bikin - Dibe ku ew ji bona li xwe binêrin û têkevin nav hewldanekê û li ser rûtîneke rojane bimînin. Alîkariya wekî paqijkirin an amadekirina xwarinê pêşkêşî bikin.

Divê hûn xwe ji gotinên hanê dûr bihêlin:

  • Gotina ji wan re ku hûn dizanin ew çawa hîs dikin – Tewra ku we tiştek mîna wan ceriband jî, mirov rewşan pir cûda diceribînin. Dibe ku berawirdkirinê ne kêrhatî be.
  • Ji wan re bibêjin ku ew bi bext in ku sax in - Kesên ku bi bûyerên trawmatîk re rû bi rû ne, pir caran xwe bi bext hîs nakin. Gelek caran, eger kesên din bimirin, ew dikarin ji bo saxbûna xwe sûcdar hîs bikin.
  • Kêmkirina tecrûbeya wan – Her çiqas hûn hewl bidin ku ew xwe çêtir hîs bikin ji pêşniyara ev rewş dikaribû xerabtir bûya dûr bisekinin. Ev dikare mirovan têxe nav hîsên ku tecrûbeyên wan ne rast in.
  • Çêkirina pêşniyarên nealîkar – Her çend ku we dîtibe pêşniyar kêrî we hatibin jî, ji pêşniyaran dûr bixin. Mirov pir cûda ne û pir caran dibe ku wan jixwe tiştê ku hûn pêşniyar dikin ceribandine.

Ez çawa dikarim bibim kardêreke ku piştgirî dide?

Carinan dema ku mirov li ser kar in bûyerên trawmatîk diqewimin. Wekî ku berê hatiye behskirin, hin kar mirovan zêdetir têdixe nav bûyereke trawmatîk. Hin kes dê li derveyî kar bûyerên trawmatîk dijîn, lê dema ku ew sax dibin ji hawîrdorek xebata piştgirî sûdê werdigirin.

Ger kesek an hinek kesên ku ji bo we dixebitin bûyereke trawmatîk bijîn hin tişt hene ku hûn dikarin ji bo piştgirîya wan bikin wiha ne:

  • Behsa bûyerê – Ger bûyera trawmatîk li kar qewimî, ew dikare bibe alîkar ku meriv bi eşkere li ser bûyerê biaxive. Di heman demê de ew dikare bibe alîkar ku hûn ji kesên ku ji we re dixebitin re bibêjin ew li ku derê dikarin li piştgiriyê bigerin.
  • Kontrolkirin – Bi kes an kesên ku hûn kar dikin re bipeyivin ka ew çawa ne. Ev dikare ji we re bibe alîkar ku hûn fêr bibin ka ew piştgirîya ku ew hewce ne heye an na, û hûn di wan de guhertinan bibînin. Ger hûn guman dikin ku kesek baş nabe, ji pejirandina 'ez baş im' wekî bersiv baldar bin.
  • Afirandina hawirdoreke piştgirî – Teşwîqkirina têkiliyên erênî di tîmê de dikare li cîhê kar piştgirî bide hawirdoreke erênî. Herwiha hûn dikarin karmendan teşwîq bikin ku beşdarî wan atolyeyan bibin an pergalên piştgiriyê yên ku ji wan re peyda dibin bikar bînin.
  • Çêkirina verastkirinên beraqil – Bi karmend an xebatkarên xwe re bipeyivin da ku hûn fêr bibin ka çi verastkirinên maqûl ên li ser kar dibe ku wan baştir bike. Ev dikare tiştên wekî demjimêrên beraqil an guhertinên piçûk ên hawirdora xebatê pêk bîne. Her gav bipirsin ka kesek hewceyê çi ye, ne ku hûn bifikirin ku hûn dizanin dê çi bibe alîkar.

Hemî van çalakiyan dikarin bandoreke erênî li ser başbûna karmendan bikin.

Alîkariya zêde

Girêdanên malperê yên kêrhatî

Saziyên Xêrxwaziyê ku piştgirî didin mirovên ku bûyerek trawmatîk derbas kirine

Krîza Tecawizê – sê saziyên xêrxwaziyê yên krîza destavêtinê hene ku li seranserê BrîtanyayaYekbûyî piştgirî pêşkêşî mirovan dikin:

Piştgiriya Qurbanan – sê saziyên xêrxwaziyê bo piştevaniya mexdûran hene ku piştgiriyê didin mirovên li seranserê Brîtanyaya Yekbûyî yên ku bûne qurbaniyên sûc û bûyerên trawmatîk:

Spasî

Ev agahî ji hêla Lijneya Edîtoriya Tevlêbûna Giştî ya Psîkiyatrîstên Royal College (PEEB) ve hatî amadekirin. Ew di dema nivîsandinê de delîlên çêtirîn berdest nîşan dide.

Spasiyên taybetî ji PTSD UK re, ku bi dilovanî nerînên xwe li ser vê çavkaniyê pêşkêş kirin.

Edîtorê pispor: Profesor Neil Greenberg

Tevahiya referansan ji bo vê çavkaniyê li ser daxwazê hene.

Weşandin: Mijdar 2021

Dîroka lêkolînê: Mijdar 2024

© Zaningeha Qraliyetê ya Derûnînasan

 

Read more to receive further information regarding a career in psychiatry